image

PeyamaKurd – Rojnama Washington Post ya Amerîkayê ragihand ku ji bo Rojavayê Kurdistanê ji destê Amerîkayê derxin û Amerîkayê ji Sûriyê derxin, plan çêkirine ku Kurdistanê ji destê rêvebiriya xweser derxin û dixin bin destê rejîmê.

Rojnama Washington Postê got ku Îran û hevkarên Îranê ji bo karibin li alavên leşkerî yên Amerîkayê bixin û leşkeran bikujin, alavên ku alavên zirxî têkdibin, bombeyên kenarên rêyan ji bo hêzên terefdarên xwe yên li Sûriyê re şandiye û hem wan perwerde kirine.

Hat gotin ku rojname raporên îstîxabaratê xistiye dest û di yekî ji wan de balê kişandine ser vê yekê ku Îran, Rûsya û Sûriye di navbera xwe de plan kirine ku deverên di bin kontrola Rêvebiriya Xweser ya Rojava de ji bo bikeve destê rejîmê plan çêkirine. Li gor rojnamê; dewletên navborî wê êrîşên xwe yên ser hêzên Amerîkayê û HSD ê zêde bikin da Amerîka ji Rojava derên.

Li sê baregehên cuda yên Amerîkayê 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê hene û hat gotin ku:

“Hêzên Amerîkayê ji bo têkoşîna bi IŞİD ê re, ji bo berlêgirtina desthilata Îran û Rûsyayê li herêmê û ji bo taqîba hemleyên dîplomatîk yên li herêmê û stratejiyê ne.”

Heman rojname berê jî belkî ne heman tişt lê planeka nêzî ya îro ragihandibû.