image

PeyamaKurd – Li Washingtonê şandeke Ofîsa Pêwendiyên Karên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiya.

Li gor zanyariyan, şandeke hevbeş a opozisyona Sûriyê li New Yorkê ye û li perawîza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hejmarek hevdîtin pêk anîne.

Herwiha hat ragihandin ku di wê çarçoveyê de Serokê Ofîsa Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ji New Yorkê ve eşkere kiriye, ew û endamê Ofîsa Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro do bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Berpirsê Dosyeya Sûriyê Ethan Goldrich re civiyan.

Di berdewamiyê de diyar kir, di civîna ku li avahiya Wezareta Karên Derve ya Amerîka hatibû kirin, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.