image

PeyamaKurd - Encamên giştî yên Kongreya Çaremîn a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku 21ê Kanûnê dest pê kiribû îro têne ragihandin.

Hat ragihandin ku dê piştî kongreyê bi 15 rojan jî Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê ku bi kongreyê hatiye hilbijartin, car din bicive û serokekî giştî bo YNKê diyar bike.

Li gorî zanyariyên ji kongreya YNKê dengdana hilbijartinên endamên encumena giştî ya serkirdetiyê bidawî bûye û îro encam têne ragihandin.

Herwiha hat zanîn ku dê YNK serokekî nû jî bo partiyê hilbijêre, lê serok niha nayê hilbijartin û wê piştî 15 rojan ji aliyê Encumena Giştî ya Serkirdetiyê ve were hilbijartin.

Hat diyarkirin ku dê çar cîgirên serok hebin û yek ji wan jî jin be.

Hê jî kandîdên seroktiyê nehatine diyarkirin, lê behsa navê Berhem Salih tê kirin. Herwiha ji bilî seroktiya YNKê jî konseya serokatiyê hatibû hilbijartin ku seroktiya wê jî Kosret Resûl Elî dike.