image

PeyamaKurd – Deshilatdara Afganistanê ya nû Tevgera Talîban a îslamî cezayê bidarvekirinê û jêkirina destê tawanbaran ji nû ve tîne.

Mele Nûridîn Turabî yê ku berî niha wezîrekî dadmendiyê yê hikûmeta Afganistanê bû da xuyakirin, wê Talîban car din destan jêke û cezayê bidarvekirinê bicih bîne.

Mele Nûridîn Turabî herwiha got, wê Talîban van cezayan bi awayekî eşkere pêk neyîne û eşkere kir ku Talîbanê berê xelk li lîstgehan bi dar ve dikirin, divê xelk ji rêveberên Talîbanê yên nû haydar bin..

Li gorî nirxandinan tevî daxuyaniyên nerm ên Talîbanê bo civaka navdewletî jî wê Talîban dema deshilata xwe helwesta xwe ya tundrew bidomîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken hişyarî da Talîbanê û got: “Divê Talîban rêzê bide mafên jinan û tevahiya Afganan. Divê li ber derketina Afgan û biyanan astengan dernexe. Herwiha tundrewên mîna El-Qaîdeyê nehewîne.”