
PeyamaKurd – Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) diyar kir, 57 kamyon alîkariyên mirovî gihandine bajarê Efrîna Rojava ya ku ji ber erdheja navenda Mereşê mexdûr bûye û ragihand, 12 hezar û 185 malbat ji van alîkariyên sûdmend bûne.
Erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê bi lerza 7,7 û 7,6'an pêk hat, li Rojava û Sûriyeyê jî wêraniyeke mezin pêk anî.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Rojava û Sûriyeyê nêzî 8 hezar û 500 kesan di encama erdhejan de jiyana xwe ji dest dan.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raportek belav kir
Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF) raportek li ser çalakiyên xwe yên mehekê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî vê di navbera 10ê Sibatê û 10ê Adarê de 57 kamyonên alîkariyên mirovî radestî Efrîn û gundên wê hatin kirin. Hat diyarkirin ku 12 hezar û 185 malbat ji van alîkariyan sûd wergirtine. BCFê da zanîn, li 4 navçe û 25 gundan ji 1400 malbatên ji erdhejê zerar dîtine re stargeh dane. Herwiha hat destnîşankirin, ekîbên tenduristiyê 7 hezar û 247 kes derman kirin û derman belav kirin.
Yek ji cihên ku herî zêde di erdhejên navenda Mereşê de bandor lê çêbû, herêma Efrînê û bajarokê Cinderesê bû.
Li gorî daneyên Meclîsa Xwecihî ya Cinderesê di erdhejê de hezar û 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 100 xanî jî xisar dîtine. BCF yekem sazî bû ku di 10ê Sibatê de alîkariyên mirovî gihand Efrîn û gundên wê.