image

PeyamaKurd - Biryara ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ku bi hevkariya parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê hatibû dan, li ser daxwaza Kurd û Tirkmenan heta demeke diyarkirî hate rawestandin. Li gor wê biryara Wezareta Çandiniya Iraqê zeviyên Kurd û Tirkmenan li Kerkûkê ji wan dihatin standin û didane Erebên hawirdekirî.

Beriya niha Wezareta Çandiniya Iraqê bi nivîseke fermî biryar dabû, ku li parêzgeha Kerkûkê zêdetir ji milyonek donim zeviyên Kurd û Tirkmenan bidin wan Erebên ji navçeyên başûr û naverasta Iraqê ku di serdema Beesê de li Kerkûkê û li ser milk û malên Kurd û Tirkmenan hatibûn bicihkirin.

Şandeke Kurd û Tirkmenên Kerkûkê serdana Bexdayê kirin û Wezîrê Çandiniya Iraqê razî kirin, ku biryara xwe ya berê, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê derbarê erdên Kurd û Tirkmenan de dabû, bide rawestandin.

Rêbwar Teha Nûnerê Kurd di civîna li gel Wezareta Çandiniya Iraqê de, ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ya ku di civînê de em û Wezîrê Çandiniyê li ser gihîştin encamekê, ev e ku me rastî û diristiya kêşeyên xwe ji Wezîrê Çandiniyê re vegot û me zanyarî dane wî. Em gihîştine vê encamê ku wezîr wan biryaran bide rawestandin ku li ser zewiyan dabû.”

Wezareta Çandiniya Iraqê ji bo yekalîkirina vê kêşeyê, lijneyeke lêkolînê pêk aniye, daku li ser wan zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê lêkolînan bike. Wezîrê Çandiniyê herwiha soz daye nûnerên Kurd û Tirkmenan ku eger rêkevtineke li ser vê mijarê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de çênebe, ew dê biryara derbarê zeviyên Kerkûkê bi temamî hilweşîne.

Berdevkê Wezareta Çandiniya Iraqê, Hemîd Idêl Nayif dibêje: “Ev lijneya lêkolînê ji Rêveberê Çandiya Kerkûkê û Rêveberê Zeviyan pêk hatiye, herwiha tevî xwediyên wan zeviyên wan navçeyên ku kêşe li ser wan heye, ew jî bi armanca çareserkirina wan kêşe û giriftên ku li ser wan zeviyan heye, herwiha jibo ku li gorî nirxandinê ewan erdan bidin xwediyên wan.”

Di serdema rejîma Bees de û bi taybet di sala 1987an de bi biryara lijneya karûbarên bakur û Encûmena Bilind a Şoreşê, hikûmeta Iraqê zêdetir ji milyonek donim ji erdên Kurd û Tirkmenan li deverên Saleyî, leylan, Daqûq, Dûbiz, Şuwan û Qerehencîrê ji wan stand û radestî erebên hawirde kir.

Piştî sala 2003 û ji ber ku pêgeha Kurd li Kerkûkê bihêz bû, welatiyên Kurd û Tirkmen karîn beşek ji wan erdên xwe werbigrin, lê belê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ew kêşe dubare derket.