image

PeyamaKurdî- Wezareta Perwerdê ya Kurdistanê ragihand ku bi sedema “roja cil û bergên Kurdî” yên netewî, xwendevan û mamoste dikarin bi cilên netewî herin dibistanên xwe. Di peyama wezaretê de weha hat gotin:

“Bo rêzgirtina hemû gelên Kurdistanê, bo çanda wan ya cil û bergên netewî, bo nîşandana rengîniya Kurdistanê, yekşema pêşiya me, xwendevan û mamoste dikarin bi cilên netewî herin dibistanên xwe.”

Di parlementoya Kurdistanê de di 10 ê adara 2013an de, roja 10 ê adarê biryara pîrozkirina cil û bergên netewî hatibû sitendin da her sal bê pîrozkirin.

Li Kurdistanê her kêmtewe; weke Keldanî, Asûrî, Ermen, Turkmen û hwd. dikarin heman rojê bi cil û bergên xwe tevlî pîrozbahiya wê rojê bibin û weke kêmnetewe pîroz bikin.