image

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ragihand, ew bi berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî û Serokê Tîma Asayişê re civiyan.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragihandin, di civînê de berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî û Tîma Alîkariya Asayişa Hevpeymaniya Navdewletî ya Balyozxaneya Amerîkayê gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de tekezî li ser berdewamiya piştevaniya hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û hevkarî û hemahengiya ligel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo piştevanîkirina ji hewlên Pêşmerge hat kirin.