.jpg)
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya paytexta Amerîka Washingtonê ya hefteya borî de, şanda bi seroktiya Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bi rayedarên bilind ên Amerîkî re civîyaye û daxwazên Wezareta Pêşmerge pêşkeşî rêveberiya Amerîka kirine.
Li gorî daxuyaniya Serokê lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî, wê Amerîka piştevaniya bo Pêşmerge berdewam bike.
Rêvîng Hirûrî ji medya Kurdistanê re gotiye: “Hêzên Hevpeyman ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser xetê ne. Iraq di rewşeke xirab de ye, bi taybet li sînorê Sûriye, Tirkiye û Îranê rewşeke binpêkirinê heye. Hêzên Hevpeyman nizanin di vê rewşê de çi bikin. Lê li ser xet in ku rewş ji aliyê ewlehiyê ve têk neçe û piştevaniya herdu hikûmetên herêma Kurdistanê, Bexda û Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin, ku teror li vê navçeyê careke din pêş nekeve. Niha alîkariya îstixbaratî û çek jî pêwîst bike didin û di hevkariya Pêşmerge de jî berdewam dibin.”
Serokê lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê da zanîn: “Serfermandar û Wezîrê Pêşmerge li Brîtanya û Amerîkayê bûn. Wan soz dane ji bo hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam bin. Di vê serdana dawî ya Wezareta Pêşmerge ya ji bo Amerîkayê de wan diyar kirin ku ew piştevanê hêza Pêşmerge ne. Şandeya Pêşmerge jî daxwazên xwe ji Amerîkayê re pêşkeş kirine û li saziyeke payebilind a Amerîkayê ligel Şandeya Pêşmerge civiyan û ew rûniştin jî gelek baş û erênî bû.”