image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 7ê Nîsanê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara tevahiya tûşbûyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîştiye 288 kesan, heta niha 3 kes mirine û 105 kes jî baş bûne.

Ragihandina Wezareta Tenduristîyê wiha ye:

Hejmare 42

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

Karantîne:

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,457) hevwelatî bûn di 31 cihên cuda de. Niha tenê 1,544 hevwelatî di kerentînan de man e, (712) li Hewlêrê, (121) li Silêmanîyê, (641) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (5) li Raperîn û (8) jî li Koye. (4,913) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (84) Hevwelatî ne.

Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (927) pişkinîn hatin encamadan. (662) li Hewlêrê, (156) li Silêmanîyê û (140) jî li Duhokê.

Di encam de, (11) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

  • Li Parêzgeha Hewlêrê: (5) Erênî, (3) jin, temenên wan (60,32,28) salî ne, (1) zelam, temen wî (31) salîye û (1) zaro temen (11) sale, li nav bajarê Hewlêr ahtine tomarkirin li taxa (Kanî Gel, 94a Badawe) hemû jî berketîyên tûşbûyên herdû şînîyên taxa Karêzan in li bajrê Hewlêrê.
  • Li Parêzgeha Silêmanîyê: (2) erênî, ku jin in, temenên wan(60 û 38) salî ne, yek ji naheye ya Bazyane û berketîya tûşbûyên berê ye, ewa dî ji nahey ya Hacî Awa ye, ku berê wê geşt kirîye.
  • Parêzgeha Duhok (3) erênî, zelamek û jinek temenên wan (31)salî ne. li gel zaroyeke temen 10 salî ku her sê yek malbatin û ji Birîtaniya vegerîyane û di kerentîneyê de bûn.
  • Parêzgeha Helebce (1) erênî, ku jineka temen 48 salîye û berketîya tûşbûyên berê ye.

Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (288) kes in, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (105) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

7ê/Nîsan a/2020