image

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 473 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê mirine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 473 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 199 kes li Silêmaniyê, 157 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane ku her du jî li Duhokê ne û 488 kes jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 178252 kesan, ya mirinan bû 4382 kes û heta niha 166690 kes jî baş bûne.