image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1096 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kes jî pê mirine.

Li gorî daxuyaniya roja Yekşemê ya Wezareta Tendirustiyê di 24 demjimêrên borî de 1096 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 488 kes li Hewlêrê, 446 kes li Silêmaniyê, 127 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1866 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 680 kes li Hewlêrê, 446 kes li Silêmaniyê, 653 kes li Duhokê, 32 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 112 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî  wiha ne:

Pêketin: 343230

Mirin: 6019

Başbûn: 313608