image

PeyamaKurd - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê (DTSO) ragihand ku Wezîrê Derve yê Turkiyê Mevlut Çavuşoglu hefteya bê serdena paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dike.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya ragihand ku destpêkirina seferên rasterast ên esmanî yên di navbera Hewlêr û Amedê, Hewlêr û Dîlokê; Silêmaniyê û Stenbolê cihê kêfxweşiyê ye.

Mehmet Kaya ji aliyên peywendîdar daxwaz kir ku çûn û hatinên di navbera herdu aliyan de were hêsankirin. Kaya got, “dema ku çûn û hatin hêsantir bibe, nêzîkatiya civakî û bazirganiyê dê xurttir bibe.”

Kaya da zanîn ku Mevlut Çavuşoglu hefteya bê dê serdana Hewlêrê bike û ev yek tê wê wateya ku peywendiyên herdu aliyan ber bi başiyê ve diçin.