
PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd Mualim got, Kurd hê jî baweriya xwe bi Amerîkayê tînin û îdia kir ku wê Amerîka piştgiriya xwe ya ser Kurdan bikişîne.
Welîd Mualim îro 23yê Hezîranê di civîne rojnamevanî de, rexne li ‘Yasaya Sezar’ ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey ve hatiye eşkere kirin girt û got, ew daxuyanî derew in û ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ne.
Mualim got: “Armanca Yasaya Sezar rêxweşkirina li ber terorê ye. Bi awayî hewil didin Sûriye vegera heyama 2011an. Ji sala 1978an ve bi gelek kiryarên wekî Yasaya Sezar destwerdana me dikin û dixwazin bixin bin kontrola xwe.”
Wezîrê Sûriyê li ser hebûna Amerîkayê li herêmên Kurdan jî da xuyakirin, Amerîka ji bo berjewendiya Kurdan ligel wan e, ji bo armancên Îsraîlê bicih werîne li wir e û divê Kurd li hemberî vê lîstikê hişyar bin.