image

PeyamaKurd – Piştî ku Sûriye 12 sal şûnde ji nû ve li Komkara Erebî hate vegerandin, danûstandinên dîplomatîk ên bi welatan re hatin zêdekirin.

Li ser vexwendina Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, şeva borî Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihan ku Miqdad îro 4ê Hezîranê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên dicive û piştî civînê konferanseke rojnamevanî tê lidarxistin.

Hat eşkere kirin ku wê bi Miqdad re li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Şamê de û rola Iraqê di vegera Sûriyê bo Komkara Erebî de gotûbêj bikin.

Biryar e ku Miqdad piştre bi Serokwezîr, Serokê Deshilata Dadweriyê, Serokomar û Serokê Parlamentoya Iraqê re jî bicive.