image

PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) testên ser hîdrosîklorokînê rawestandin.

Serokê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku wan ji ber fikarên bo ewlekariyê testên derbarê hîdrosîklorokînê bi dawî kirine.

Ghebreyesus da zanîn ku divê ew zêdetir agahiyênli ser hîdrosîklorokînê binirxînin. Ghebreyesus bi berdewamî got ku piştî lêkolînan raber kiriye ku hîdrosîklorokîn rîska mirinê zêde dike wan biryareke wisa daye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke rojnamevaniyê de pesna hîdrosîklorokînê dabû û gotibû ku ew dijî vîrusa koronayê bi kar tîne.