image

PeyamaKurd- Li bajarê Mûşê, li gola 2 yem ya Bendava Alpaslanê, operatorê ku makîna îş diajot, bi makîna xwe ve ketibû avê û tê de wenda bûbû. Li ser bûyerê tîmên AFAD ê ji Bedlîsê û Mûşê çûn ciyê bûyerê lê heya tarî ket erdê nikaribûn makînê (ekskavator) û ajotvanê wê bibînin. Operatorê bi navê Ömer Demir 45 saliye û tîmên noqavê yên AFAD ê heya niha xwe negihandinê.

Rêvebirê AFAD a Mûşê Veysi As got ku duhî ji Bedlîsê tîmên AFAD ê hatine û tevî ku hewa xweş nîn bû, lêgerîna xwe dewam kirin. Îro jî xebat dewam kir lê ew negihane ti encamê. Bi sedema tarî ket erdê dev ji xebatê berdan û wê sibê car din lêgerîna xwe dewam bikin. Tenê karibûne ciyê kabîna makîneyê tesbît kirine. Wê bo sibê gera li ajotvan û makînê hêsantir be.