image

PeyamaKurd - Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Kerkûk-Germiyanê Kemal Kerkûkî ragihand, ku eger xiyaneta 16ê Cotmehê nebûya, niha gotûbêj li ser cîbecîkirina encamên referandûmê pêk dihat û diyar kir lê wê xiyanetê pirsa kurdî bo serxwebûnê bipaş xist.

Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyanê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re axivî. Kerkûkî derbarê bûyera 16ê Cotmehê de wiha got: “Her çiqas 16ê Cotmehê komployeke mezin û planeke qirêj a li dijî gelê Kurd û mafên wan ên rewa bû, lêbelê eger hejmareke xiyanetkarên di YNKê de di wê komployê de beşdar nebûban, niha hêzên Pêşmerge bi serbilîndî li çiyayê Hemrîn bûn, Kerkûk aram bû, Iraq bi giştî di rewşeke baştir de bû û li gel van, niha diyalog bo cibibcîkirina encamên referandûma serxwebûnê dihatkirin, lêbelê wê xiyanetê pirsa Kurdî bo serxwebûnê bi paş xist.”

Kemal Kerkûkî ragihand ku 16ê Cotmehê xencereke gelek jehrî bû ku li pişta pirsa Kurd, pêşmerge û hemû xelkê dilsozê Kurdistanê û taybet jî xelkê Kerkûk û Xurmatû ket.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê eşkere kir ku rêkeftina nehênî ya baskekî YNKê li gel hin berpirs û milîsên Heşda Şebî, him li Xurmatû û  him li Xaneqîn û Kerkûkê ku tê de şehîd, birîndar û malwêranî û awarebûn çêbû, bû sedema wê karesata mezin û got, “Em bidin ber hev li Dûkan civînek pêk hat û şandeke YNKê li cihek din kombûnek din di heman demê de encam dida ku tê de 10 kes hebûn û 9 ji wan Îranî bûn. Heman tişt di dema gotûbêjên bo diyarkirina kandîdê serokkomarê Iraqê, li Bexdayê jî dûbare bû.”