image

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di derbarê krîza gaza mala de axivî û diyar kir, ew û Wezareta Samanên Sirûştî, hewla çareserkirina kirîza gaza malan didin û kesên ku gazê giran bifroşîn jî, tên girtin û sizadan.

Ev çend roj in gaza malan li Herêma Kurdistanê bi taybet li bajarê Hewlêrê gelekî giran bûye û her tûpek ji 8.500 dînaran derketiye derdora 15 hezar dînaran.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw daye zanîn, ev demek e gaza malan bi rengekî pêwîst nagihîje Hewlêrê, ji ber wê jî bihayê wê giran bûye.

Umêd Xoşnaw herwiha eşkere kiriye, em û Wezareta Samanên Sirûştî, mijûlî çareserkirina wê pirsgirêkê ne, bila xelkê me piştrast bin, em ê rewşê kontrol bikin.

Li ser wan kesên ku gazê giran difroşin jî Umêd Xoşnaw destnîşan kiriye, yên ku giran difroşin em siza didin wan. Ji xwe çend kes ji aliyê asayişê ve hatine girtin.

Herwiha ji bo rêgirîkirin li giranbûna gazê jî parêzgarê Hewlêrê diyar kiriye, ew wekîlên ku gaza malan difroşin, êdî wê di bin çavdêriya qaymeqamtiya Hewlêrê de kar bikin. Li gel her wekîlekî, wê polîsek hebe da ku kes bi kêfa xwe gazê nefiroşe.

Pêwîstiya Hewlêrê rojane bi 20 tanker gaz heye, lê ev çend roj in tenê 16 tanker tên.