image

PeyamaKurd – Hezar pirtûkên cûr bi cûr, ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê pêşkeşî beşa zimanê Kurdî li Zankoya Bexdayê hat kirin.

Şanda Sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya Liqa Bexdayê, do Çarşemê serdana beşa zimanê Kurdî ya Zankoya Bexdayê kir. Di heman demê de hezar dane pirtûkên cûr bi cûr pêşkeşî pirtûkxaneyê beşa zimanê Kurdî ya zankoyê kir.

Herwiha di wê serdanê de, li ser kêmasiyên wê beşê jî lêkolîn kirine û soz dane ku ew ê tiştên pêwîst, bigihînin aliyên pêwendîdar.