image

PeyamaKurd - Koma îxanetkar a di nava YNKê de bi hevkariya dagirkerên Kurdistanê hewl didin ku pêşî li Waliyê Rewa ê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm bibirin da ku dernekeve pêş.

Berî 2 rojan biryara girtina Waliyê Kerkûkê ji aliyê mehkemeya dagirker ve hat dayîn. Pêş wê jî Serokê Meclisê Rêbiwar Talebanî jî rastî heman biryarê hatibû.

Li gor çavkaniyên ewle yên herêmê, koma îxanetkara 16ê Cotmehê ya di nava YNKê de dixwaze bi temamî rê li ber Necmeddîn Kerîm bibire da ku berpirsiyariyekê wernegire.

Bi handan û piştgiriya kesên wek Pavêl, Lahor û Ala Talebanî hakimên Iraqê biryara girtina Necmeddîn Kerîm dan û herwiha xwestin ku mal û milkên wî jî werin desteserkirin.

Eger na di pêvajoya nû de eger heye ku Kerîm bibe Serokkomar, Wezîr an jî wezîfeyeke din a muhîm li Iraqê werbigire.