image

PeyamaKurd - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bersiv da dexuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û tekez kir ku YNK ji bo aştiyê têkoşînê dide.

Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre di axaftina xwe ya li gel qenala Kurdsat Newsê de ragihand ku "Em ji daxuyaniyên Tirkiyê mat man ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi piştgiriya PKKê tewanbar dike."

Herwiha Pîre xwast ku ji raya giştî û Tirkiyê re zelal bike ku siyaseta YNKê der barê doza Kurd de li Tirkiyê ji sala 1993an ve zelal e û nayê guherîn.

Pîre di dawiya axiftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên Kurdan divê bi rêya aştiyê û aramiyê werin çareserkirin û naxweze ku nuqteyeke xwîn ji her pêkhateyekê biherike.