image

PeyamaKurd- Serokerkanê berê yê Iraqê general Babekir Zêbarî ragihand ku Amerîka bi temamî ji Iraqê venakişe û teslîmkirina hinek baregehan bo artêşa Iraqê “planekî leşkerî”ye.

Serokerkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî Kurd e û niha nûnerê leşkerî yê serokê herêma Kurdistanê yê Nêçîrvan Barzani ye. Zêbarî got ku dema leşkerên Amerîkî ji baregehan vedikişin, wê demê DEAŞ xwe dide hev xurttir dibe. Zêbarî her weha ragihand ku DEAŞ ji niha de li hinek deveran xurt bûye.

Zêbarî got ku heya niha 4 baregehên leşkerî yên hewayî hatiye teslîmkirin bo artêşa Iraqê lê li baregehên Eyn el Esed û li baregeha Kurdistanê ya Herîrê xwe bi temamî bicîh dike.

Babekir Zêbarî di salên navbera 2006 û 2014an de du dewre li ser hev serokerkanê Iraqê bû.