
PeyamaKurd - Li Mexmûrê ku ev hevfteyek e şewatên li nav zeviyên cotkaran çêdibin, şevê din careke din agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket.
Hat ragihandin ku danê gundê Azîkend yê 9 km dûrî Mexmûrê li binarê çiyayê Qereçoxê şevê din agir pê ketiye û dişewite.
Li gorî zanyariyan ji ber hebûna metirsiya êrîşên çekdarên DAIŞê li wê navçeyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi otombîlên agirkujê re neçûne wî gundî û bi hawara gundiyan ve nehatine.
Herwiha ji ber şewatê li mizgefta Mezin a Mexmûrê daxwaz ji welatiyan hat kirin, hevkariya gundiyên gundê Azîkend bikin û agir vemirînin û nêzîkî 100 kes ji bo vemirandina agir çûne cihê şewatê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji roja 11ê Gulanê ve rojane agir bi dexl û danên cotkarên Mexmûrê dikeve û hêzên ewlehiyê nikarin rêgiriyê li bûyerê bikin ku tê gotin, hinek agir bi qest zeviyên Kurdan dişewitînin.