image

PeyamaKurd – Li gorî raporteke Ajans France Press (AFP) penaberên ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Hewler a paytexta Herêma Kurdistanê dibin, ji gelek hêlan ve bandoreke erênî li çanda bajêr dikin.

Di raporta AFPê de ku pirs ji civaknasan jî hatine kirin, tê gotin; hatina penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne tenê bandorê li mitbexa Hewlêrê, herwiha ji hêla mîmarî, huner, ziman û çand û keleporê ve bandor kiriye.

Di nûçeyê de behsa kafeya Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê Abdussamed tê kirin û tê diyarkirin ku dema wî ew der vekiriye bal nekişandiye zêde, lê niha li sûka dîrokî ya Hewlêrê bûya yek ji cihê herî populer ku qehweyeke li gorî çanda xweser a Rojava û Sûriyê dide mişteriyên xwe.

Abdussamed dibêje, sala destpêkê mişteriyên wî piranî erebên ji Iraqê û cihên dihatin bûn, lê niha gelekî zêde bûne û piranî Kurdên Hewlêrê tên qehweya wî.

AFP dide zanîn ku penaber bi hatina Hewlêrê re hinek hînbûyînên xwe diguherin, lê bi demê re vegerê li çanda xwe ya binemayî dikin ku yek ji wan sazkirina ahengên Newrozê li 21ê Adarê ye.

Herwiha şelwarê xwe yê kevneşopî li xwe dikin û dest bi bikaranîna biwêj û gotinên pêşiyan yên Kurdan dikin.

Muzîsyên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ku sala 2012an hatiye Hewlêrê, Huseyîn Dîwanî ji AFPê re dibêje, “Kurdên Iraqê ji me re bûn alîkar ku zimanê me ji nû ve zindî bibe. Lewra ew li gorî Kurdên Sûriyê kêmtir peyvên erebî dixin nav zimanê xwe.”