image

PeyamaKurd – Fermandariya hêzên hewayî ya Amerîkayê bi sedema arîşeya di motora balafirên F-35 an de, biryarê da ku F-35 kêmtir tevlî xwepêşandanên hewayî bibin. Li gor nûçeya Bloombergê bernama Pentagonê ya bi bihayê 398 mîlyar dolarê veberhênana F-35 an ku motorên wan ji aliyê şîrketa "Pratt & Whitney" de tê hilberandin, di hilberînê de bi arîşeyê re rû bi rû mane.

Fermandarî ragihand ku piştî balafirên F-35 zêde difirin, di motorên wan de germahiya zêde çêdibe û dibe sedema ku tamîra wan dirêj dike. Lewra ji niha û pêde wê di xwepêşandanan de F-35 kêm bifirin heya arîşe çareser bibe.