image

PeyamaKurd – Berçavka solîstê koma amerîkî ya navdar The Beatles, John Lenon ji aliyê Alan Herring ve ku di salên 1960î de şifêrtiya koma kiriye, piştî 50 salî bi 170 hezar Euroyî hat firotin.

Berçavka hunermendê efsanewî John Lennon li Londonê di mezatekê de bi 170 hezar Euroyî hat firotin.

Alan Herring ê ku di salên 1960î de şifêrtiya koma The Beatlesê kiriye, berçavka John Lennonî bi 170 hezar Euroyî firot û serwetek bidest xist.

Harring derbarê vê yekê de wiha axivî: “Min carekê John Lennon, Ringo Star û George Harrison bi erebeya Rigo Star birin ofîsê. Vegerê min ferq kir ku Lennon berçavka xwe di koltuxê paş ê erebê de ji bîr kiriye. Paşê jî Lennon ew berçavk diyariyî min kir. Min ew berçavk 51 salan bi xwe re gerand.”

Ji aliyê din ve di wê mezadê kolyeyeke gîtarîstê komê George Harrison jî bi 12 hezar Euroyan hat firotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gîtarîstê The Beatlesê John Lennon di 8ê Berfanbara sala 1980î de jiyana xwe ji dest dabû.