image

PeyamaKurd – Xwedî û CEOyê kompaniyên SpaceX û Teslayê Elon Musk, ragihand ku êdî otomobîlên Tesla ew dê bi Bitcoinê bifiroşin û yên bixwazin dikarin bi pereyên dijîtal ên Bitcoin otomobîlên Tesla bikirin.

Musk, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Êdî hûn dikarin Teslayekî bi Bitcoin bikirin.”

Herwiha Elon Musk, daye zanîn ku wê danûstandina bo kirîna Teslayê li ser bernameyeke taybet a vekirî bê encamdan û wê kompaniya Tesla wan pereyên Bitcoin bi pereyên normal jî veneguhêze û wek BTC li gel xwe bihêle.

Beriya niha jî Teslayê ragihandibû ku wan bi bihayê 1,5 milyar dolar Bitcoin kiriye û li nêzîk wê bi Bitcoinan firotina otomobîlan qebûl bikin.