image

PeyamaKurd – Wêneyê Gola Wanê ya bakurê Kurdistanê ku di pêşbirka online ya NASAyê de wek yek ji wêneyên herî xweşik ê cîhanê hatibû bicihkirin, di nav wêneyên din ên pêşbirkê de ma fînalê û di dengdana fînalê de jî wekî yekemîn hat hilbijartin.

Wêneyê gola Wanê 12ê Îlona 2016an ji aliyê Keyt Robensen ve ji ezman hatiye girtin û di nav 32 wêneyên NASAyên pêşbirka online de hatibû bicihkirin.

Qonaxa dawî ya pêşbirka ku 15ê Adarê destpê kiribû, îro 14ê Nîsanê hat bidawîkirin.

Wêneyê Gola Wanê li hember wêneyê Stêrkên gerok ên ser kîşwera Amerîkayê di dengdana fînalê de bi ser ket û bû yekemîn wêneyê herî xweşik ê NASAyê li cîhanê.