image

PeyamaKurd – Li Baxçeyê Ajalan ê bajarê San Diego ya Amerîkayê, Gorîlekî 48 salî 11ê Çileyê piştî pişkinînên li ser pîsiya wî derketibû holê ku bi vîrusa koronayê ketiye.

Gorîla bi navî Winston ku tê texmînkirin ji kesên wê xwedî dikin vîrusa koronayê wergirtiye, wekî haleta yekem a vîrus ji mirovan derbasî ajalan bûye hatibû tomarkirin.

Li gorî medya Amerîkî Gorîla li Parka Ajalan a Safarîyê cûreya vîrusa li ser wê ajalê derketiye cûreyeke gelekî bilez belav dibe ye.

Hat ragihandin ku ew Gorîl xistine tedawiyê û bi wî dermanê antîkorên pêşxistî (monoklonal antîkor) ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî pê hatibû tedawîkirin danê û pê baş bûye.

Bijîşkan jî daye xuyakirin ku di başbûna Gorîlê de, bandoreke baş a wî dermanî çêbûye.

Ew Gorîla nifşê wê ber tunebûnê diçe ji sala 1984an ve li Parka Safarî ya San Diegoyê tê xwedîkirin.