image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di roja Valentina (14 Sibat) ango Roja Cîhanî ya Evîndaran de, li Îranê firotina balonan hatiye qedexekirin.

Serokê Yekîtiya Kemaliyatfiroşiyên Îranê ragihandiye ku bi biryara Rêveberiya Çavdêriyê ya ser bi Polîsê Îranê, kirîn û firotina balonan di roja evîndaran de qedexe ye.

Hisên Dukmeçî gotiye, di nameya Rêveberiya Çavdêriyê ya Polîsan de hatiye gotin ku divê kirîn û firotina balonan di bazaran de were rawestandin û biryar e ji bo agahdarbûna xelkê ji vê biryarê jî di bazaran de plakard û afîşên taybet bêne danîn, daku xelk ji qedexeya kirîn û frotina balonan agahdar bibin.

Berpirsê Îranê daya zanîn ku biryara qedexeya firotina balonan dê heta agahdariyeke din a ji aliyê pêwendîdar ve berdewam be.