image

PeyamaKurd – Stranbêja navûdengî li Cîhanê Kim kardashian ji bo lêkolînan û tedawiya vîrusa koronayê milyonek dolar alîkarî bexş kir.

Kardashian ji komeleya 'Mother and Child' a ku li dijî Covid-19 têkoşînê dide, yek milyon dolar bexş kir.

Kardashian, demek berê jî hevjînê xwe Kanye West û 4 zarokên xwe xistibûn qerentîneyê.

Kardashian gotibû, "Wekî malbat em di mesafeya civakî de ne, lê pêdiviya me bi fikrên kêfxweşkirinê heye. Her pêşniyazek dikare bibe alîkar.”

Xwişka Kardashian, Kylie Jenner jî çend roj berê yek milyon dolar bo korona vîrusê bexş kiribû.