image

PeyamaKurd – Di pêşberika bedewiyê ya Miss Almanyayêde, bo cara ewil jineke xwedî zarok bû bedewa Almanyayê û layiqî tacê hat dîtin. 

Di Pêşbirka Bedewiyê ya Miss Almanyayê  (Miss Germany) ya sala 2020an de ku li Europa Parkê birêve çû, jineke bi navê Leonie Charlotte von Hase ku dêya sê zarokan e, wekî bedewa Almanyayê hat hilbijartin.

Di pêşbirka bedewiyê de ku ji sala 1927an ve tê lidarxistin, cara ewil jineke xwedî zarok ango dêyek bû şahbanuyê bedewiyê.

Bedewa Almanyayê ji nava 16 fînalîstên ku temenê wan ji 18 salî heya 35 salî bûn hat hilbijartin û jineke bi navê Leonie Charlotte von Hase wekî wekî Miss Germany (Bedewa Almanyayê) hat hilbijartin.

Di pêşbirkê de bedewa eyaleta Bavyeray, Lara Runarsson ya 22 salî bû bedewa duyemîn û Michelle Anastasia Masalis a Hamburgî ya 23 salî jî bû sêyemîn.