image

PeyamaKurd – Kuliyek ji cureya wan kuliyên ku Îranê îstîla kirin li navçeya Gevera Colemêrgê hat xuyakirin.

Li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê ve, welatiyekî bi navê Ubet Kartal îro danê sibehê li ber deriyê dikana xwe kuliyekî mezin dît ku ji cureyê kuliyên ku Îranê îstîla kirine.

Welatiyê colemêrgî Kartal dibêje, “Ji ber ku di vê demsalê de min ev kuliye dît, ez şaş mam. Bi îhtîmaleke mezin ev kulî ji Iraqê yan jî jî Îranê hatiye. Min pîvand, dirêjahiya wî 8 cantîmetre ye. Baş e ku niha hewa sar e yan na wê bihatana vê deverê jî.”

Beytarê Şaredariya Geverê, Hekîm Kaçan jî diyar kir ku di vê demsalê de li Geverê kulî naxuyên û amaje kir ku kulî ji wî cûre kuliyên ku Îran û Iraq dagîr kirine.

Baytar Kaçan didezanîn, “Herhal ev kulî, ji wê cureya kuliyan e ku Îran û Iraq dagîr kirine. Eger hewa hinekî din germ bûya, dibû ku di vir re jî derbas bibûna. Tiştekî nedîtiye ku di vê demsalê de li Geverê kulî hatine xuyakirin. Ji ber ku li Îranê û Iraqê hewa germ e, ew der îstîla kirin. Ev der sar e û hêj berf li erdê, lewma ev kulî nehatin vê deverê.”