image

PeyamaKurd – Li Îspanyayê mamosteyeke jin di waneya xwe ya dibistanê de, bi mayoyê ku organ û lebatên hundirê mirovan tê de xuya dibûn, derket pêş xwendekarên xwe.

Mamosya pola 3yen Veronica Duque ya 43 salî, piştî ku ev wêneyên wê li ser medya civakî hatin belavkirin, bû mijara nîqaşan û bi deh hezaran kesan li ser vê şêwazê wê ya vegotina dersê şîrove kirin.

Mamosteya Îspanî ku 15 sal in mamostetiyê dike, xwestiye bi wan cil û bergên organên mirovan xuya dikin, zarokan baştir bide fêrkirin û xwestiye feraseta ku mamoste tenê wekî karmend tevdigerin û bala xwe nadin ser fêrkirinê bişkîne.

Veronica gotiyê ku wê dema li ser înternetê geriyaye ew mayoyê tevahiya bedenê dipêçe dîtiye û fikiriye ku ji bo perwerdehiya zarokan bikar bîne daku gumanên wan ên li ser organên nava mirovan nemînin.

Hevjînê wê ku bixwe ew wêne li ser medya civakî belav kirine jî gotiye, ez gelekî bi siûd im ku ew jina min e ku bi awayekî gelekî balkêş bedena mirovan bi zarokan daye nasandin.