image

PeyamaKurd – Hejmarek masîgirên gola Wanê yên navçeya Erdîşê, piştî ku wêneyê Gola Wanê di pêşbirka NASAyê de bû yekemîn, wênegira NASAyê Kate Robins ku ew wêneyê ketibû pêşbirkê tomar kiribû vexwendin Wanê.

Masîgiran li ber gola Wanê û tekneya xwe, pankarteke li ser bi îngilîzî "Come to Erciş #Kate Robins" nivîsandibûn hildan û li ser medya civakî belav kirin.

Wênegira wêneyê Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê Kate Robins sala 2016an dema li fezayê bû, ew wêneyê bûye yekemîn di pêşbirkê de girtibû.

Xelkê Wanê gelekî pê kêfxweş bûne ku bi wê pêşbirkê bajarê Wanê û gola wê li cîhanê hatiye nasandin û wênegira NASAyê ya Amerîkî vexwendin bajêr.