image

PeyamaKurd – Rojnameya Bild a Almanî ragihand ku Qralê welatê Taylanê Maha Vajiralongkorn ê 67 salî digel 20 jinan oteleke li Çiyayê Alpê ya bajaroka Garmisch-Partenkirchen kirê kiriye û tê de xwe xistiye qerentîneya xweparastina ji vîrusa koronayê.

Herwiha rojnameyê daye xuyakirin ku qralê Taylandê 119ê karmendên xwe yên nêzîk jî ji ber tûşbûna bi Covid-19 şandiye Taylandê, lê ew digel jinên din dimîne.

Li gorî nûçeyê serwetê Qralê Taylandê yê şexsî 30 milyar dolar e û li Almanyayê xaniyekî wî yê bi 12 milyon dolaran jî heye.

Qral 4 caran zewicî ye û bi beşdariya hevjîna wî û merasîmên fermî jinên din bo wî hildibijêre.

Li ser belavbûna vê nûçeyê bi deh hezaran Taylandî li ser înternetê rexneyên tund li qral kirin, lê belê li gorî yasayên monarşîya Taylandê kesên rexne û heqeratan li serokên welat bikin heta 15 salan têne siza kirin.