image

PeyamaKurd - Kompaniya Lêkolînan Rawestê li ser jiyana ciwanên bakurê Kurdistanê lêkolînek pêk anî ku li gorî wê lêkolînê,  di van salên dawîn de zewaca di navbera Kurd  û Tirkan de kêm bûye.

Herwiha di lêkolînê de derketiye holê ku ciwanên Kurd herî zêde guhdariya stranên Ahmet Kaya yên tirkî dikin.

Rawest ku navenda wê li Amedê ye, lêkolîna xwe ya rapîrsîna bi hevdîtinên rûbirû, li ser 500 ciwanên temenê wan ji 17 heta 30 saliyê û li bajarên Stenbol, Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Edene û Izmîrê pêk aniye.

Li gorî nûçeya Rûdawê ueveberê projeyê, Ugraş Ulaş Tol dibêje: “Me xebatek hem li ser amaran hem jî li ser taybetiyên ciwanên Kurd encam da. Li bajarên cuda cuda me xwe gehande 1500 ciwanên Kurd , bi sed kesan re me hevditînên rûbirû encam dan. Me li ser jiyana wan rasterast gotûbêj bi wan re kirin.”

Di lêkolînên de pirs di derbarê jiyana rojana ya ciwanên Kurd  de hatine kirin, beşeke girîng ya lêkolînê jî di derbarê Kurdiyê de ye ku li gorî lêkolînê ji sedî 54.4 kurmancî, ji sedî 53.1 jî zazakî di asteke baş de dizanin.

Berpirsê Rawestê, Reha Ruhavioglu jî diyar kiriye: “Armanca saziya me encamdana xebatên di derbarê gelê Kurd  de ye. em li ser ziman, çand û taybetiyên din ên gelê Kurd lêkolînan dikin. Ji bo rewş û mesele baştir were fêm kirin.”

Di lêkolînê de pirs di derbarê partiyên siyasî de jî hatine kirin li gorî amaran ciwanên Kurd ji dengê xwe didin ji sedî 45 didin HDP, ji sedî 18 didin akpartî û ji sedî 7.5 jî didin CHPê, herwiha ji sedî 45 wan dixwazin Selehedin Demirtaş, ji sedî 21 dixwazn Erdogan ji sedi 16 jî dixwazin Ekrem Imamoglu bibe Serokomarê Tirkiyê.

Parlementerê HDPê, Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje: “Em gelek girîngiyê bi encamên lêkolînên wisa qedirbilid didin. Saziyên ku lêkolînan dikin ji me weke siyasetmedar jî xizmeteke baş dikin, em sûdê ji vê lêkolînê dibînin û lêkolînên wisa derbarê civakê de me agahdar dikin.”

Li gorî lêkolîna Rawestê Ciwanên bi rêjya 19.5 herî zêde guhê xwe didin stranên Ahmet Kaya, Sezen Aksu bi rêjeya ji sedî 7.4 di rêza duyem de ye, hunermên din yên herî zêde tên guhdar kirin jî li gorî rêze; Ciwan Haco, Muslum Gurses, Şivan Perwer û Mem Ararat in.

Hat diyarkirin ku dê encamên berfireh yên vê lêkolînê rojên pêşiya me werin çapkirin û belav kirin.