image

PeyamaKurd - Stranbêj Taylor Swift ji bo têkoşîna li dijî pademiya gerdûnî Covid-19ê 5 milyon dolar terxan kir.

Stranbêja navdar a cîhanî Taylor Swift ji bo têkoşîna li dijî koronavirusa nifşê nû (Covid-19) ku li seranerê dinyayê bandorê dike, 5 milyon dolar bexş kir.

Swift herwiha ji bo çendîn kesên ku di vê demê naxebitin re 3 hezar dolar şand.

Swift ji bo şopînereke xwe bi navê Samantha ku rewşa wê ya aboriyê ne baş e 3 hezar dolar şand û jê re got, “diyar e ku ji ber faturayan tu ketiye tengasiyê. Bi mebesta alîkariyê ji te re 3 hezar dolaran dişînim.”

Samanthayê jî li ser vê yekê li ser hesabê xwe yê medya civakî spasiya Swîft kir û diyar kir, “Ez şoke bûm. Taylor keseke ku demeke dirêj jê hez dikim û rêzê jê re digirim. Ji ber vê helwesta wê comerd û nazik spasdar im.”