image

PeyamaKurd – Bi sedan meymûnên ku birçî mabûn, li welatê Taylandê bi ser navenda bajarê Songkhla de girtin û dîmeneke tirsnak derxistin holê.

Li gorî zanyariyan ji ber metirsiya vîrûsa koronayê hejmara turîstên bo bajarê perestgehan Songkhlayê gelekî kêm bûye û meymûnên ku bi xwarinên turîst didin wan xwe têr dikirin jî birçî mane.

Meymûnên ku birçî mabûn, wekî çare xwe berdan nav bajar daku ji xwe re xurekan peyde bikin.

Yek ji wan meymûnan li kuçeyekê muzekê dibîne û hemû meymûnên din jî bi refkî didin pey wê daku jê bistînin.

Ji ber vîrûsa koronayê hejmara turîstên Taylandê ji sedî 44 kêm bûye.