image

PeyamaKurd – Ji destpêka pandemiya vîrusa koronayê ve nîqaşên bandora grûba xwîna mirovan li ser giranbûna rewşa nexweşên koronayê tê kirin. Dgiel du grûbên xwînê yên sereke A û B grûba 0 û AB hene. Ji destpêka pandemiyê ve dihat gotin ku hinek grûbên xwînê dihêlin pêketiyên koronayê nexweşiyê giran derbas bikin.

Li ser van nîqaşan zanyaran bi nimûneyên 100 hezar kesan lêkolîneke zanistî pêk anîn û di vê lêkolîna herî berfireh de analîzên grûbên xwînê û xeteriyên wê yên li ser nexweşên vîrusa koronayê hatin lêkolîn kirin.

Tîmeke pizîşkî ya ji Enstîtuya Salt Lake City ya Klînîka Intermountain a Nexweşiyên Dil ligel tîmeke ji Çînê li Ewropa û eyaletên Boston û New York ên Amerîkayê di navbera mehên Adar û Mijdara 2020an de li ser 100 hezar kesan xebateke lêkolînê ya li ser grûbên xwîna mirovan encam dan.

Di wê xebata herî berfireh de derketiye holê ku ti girêdaneke grûbên xwînê li ser bandona wê ya vîrusa koronayê nîne û lêkolîneran destnîşan kiriye ku pêwendiyeke xwînê bi vîrusa koronayê re nîne ango grûbên xwîna mirovan ti xeteriyekê bo giran derbaskirina koronayê nîşan nadin.

Lê belê lêkolîneran di encama vê xebata xwe de gotine, li gorî encamên lêkolînên wan di navbera temen, binyada nijadî û zayenda mirovan giran derbaskirina vîrusa koronayê de têkilî heye ku di razandina wan a nexweşxaneyan de ew yek eşkere bûye.

Werger - Nûçe : PeyamaKurd