image

PeyamaKurd – Kompaniya dermanan a amerîkî Pfizer ku ligel BioNTech a almanî derziya koronayê ya herî bi bandor bipêş xistiye, vê carê jî li ser dermanekî vîrusa koronayê tedawî bike dixebite.

Hat ragihandin ku dermanê wekî heb hatiye bipêşxistin ê bi navê PF-07321332 ceribandinên wê berdewam dikin û qonaxa yekem a li ser însanan jî dest pê kiriye.

Berpirsê pizîşkî yê Pfizerê Mikael Dolsten, ragihandiye, "Ev derman xwedî potansîyela ku lîstîkî biguherîne ye.”

Mikael Dolsten, daye xuyakirin ku di ceribandinên heta niha hatine kirin de, dermanê ku wan bipêş xistiye bi bandor e û heta çend hefteyan encamên ceribandinên destpêkî digihîjin ber destê wan.

Dolsten, diyar kiriye ku li gorî plana wan ew ê di çaryeka 2021ê de, fazên 2-3 yên wî dermanî bi encam bikin û heger encam serkeftî bin jî ew dê dawiya îsal serlêdana bo bikaranîna lezgîn li Saziya Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) bikin.

Herwiha Doslten daye zanîn ku ev derman rojê bi bi vexwarina du heban wê 5 rojan li ser kesên nîşaneyên koronayê li ser wan çêbûne were bikaranîn û gotiye, “Ev derman xwedî wê potansiyelê ye ku lîstikê biguherîne.”