image

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê do Amedspor 2-0 tîma Bursasporê têk bir û 3 puanên lîstikê bi dest xist.

Di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mazûvaniya tîma Bursasporê kir.

Herwiha bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê ji bo temaşekirina lîstikê beriya çend saetan li dora stadyûmê amade bûn û bi nêzîkbûna dema lîstikê re derbasî nav stadyûmê bûn.

Lîstik di saet 19:00an de destpê kir û di xuleka 31an de lîstikvanê tîma Amedsporê Mehmet Alaeddinogl gol avêt û bi encama 1-0 Amedspor li pêş Bursasporê ket. Nîveka yekem a lîstikê bi wê encamê bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de jî tîma Amedsporê di xuleka 50 a lîstikê de Mansur Çalar gola duyem avêt û bi wê yekê Amedspor bi encama 2-0 li pêş Bursasporê bi ser ket û lîstik bi encama 2-0 bi dawî bû.