image

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya li Bakurê Kurdistanê Amedspor, îro 3yê Kanûnê li yarîgeha xwe ya Amedê bi tîma bajarê Bûrsa yê Tirkiyê Înegolsporê re hat pêşberî hev.

Amedsporê bi golên Sînan Aydin ‘8 û 49 xulekan’ ket pêşiya Înegolsporê. Yusuf Yagmur di xuleka 47an de golek din avêt û rewş bû 3-0. Tîma mêvan Înegolspor jî bi gola xuleka 86an a Alî Aydemir encama yariyê kir 3-1.

Amedspor bi vê encamê re 3 pûan wergirtin û di Lîga Spî ya Koma Duyem a Federasyona Futbola Tirkiyê de, derket rêza 6an.