image

PeyamaKurd – Do di çarçoveya Tûrnûvaya Euro 2020an de, sê maç hatin lîstin. Ji wan maçan Belçîka û Hollanda bi ser ketin û derbasî Dora 16an bûn.

Maça yekemîn a Koma C bû. Di maçê de Ûkraynayê Makedonyaya Bakur bi 2-1 têk bir û pûanên xwe derxist 3yan. Ji heman komê Hollanda û Avusturya hatin hemberî hev. Di vê maçê de Hollanda bi 2-0 bi ser ket û pûanên xwe derxist 6an. Bi vê yekê Hollanda ji komê derket û derbasî Dora 16an bû. Ji komê Ûkrayna û Avustuya xwedî 3 Pûanan in. Di maça dawî de Ûkrayna û Avusturya dê roja 21ê mehê bi hev re bilîzin. Kîjan bi ser bikeve dê ji komê derê.

Belçîka jî derket

Herwiha ji Koma B do maça Belçîka û Danîmarkayê hebû. Belçîka ku yek ji favoriyên tûrnûvayê ye Danîmarka bi 2-1ê têk bir. Belçîka bi vê yekê bû xwedî 6 pûanan û ji komê derket. 

Di vê komê de Rusya û Fînlandiya xwedî 3 pûanan in, Danîmarka bê pûan e. 21ê mehê Rusya û Danîmarka, Fînlandiya û Belçîka dê bi hev re bilîzin û tîma/tîmên ji komê derê diyar bibe/bibin.