image

PeyamaKurd –  Çekyayê di Dora 16an a Şampiyona Futbolê ya Ewropayê (EURO 2020) de, 2-0 Hollanda têk bir û derbasî çarîk fînalê bû.

Di çarçoveya Euro 2020 de, ku ji ber şewba Koronayê par di dema xwe de nehatibû sazkirin û îsal tê birêvebirin, her du tîmên Hollanda û Çekya di Dora 16an de li Puskas Arena ya Budapeste ya paytexta Macaristanê hatin pêşberî hev.

Hollanda weke favorî dihat nîşandayîn û di Koma C de, di her sê maçên xwe de bi ser ketibû û bi 9 pûanan hatibû Dora 16an. Komara Çek di Koma D de bûbû 3yemîn û ji kontenjana "3yemînên serketî" hatibû Dora 16an.

Çekya di deqîqeya 68an de bi Tomas Holes, di deqîqeya 80ê de jî bi Patrik Schick maç bi 2-0 bi dest xist. Bi vê encamê Çekya derbasî çarîk fînalê bû û bû reqîbê Danîmarkayê.

Çekya û Danîmarka, di çarîk fînalê de wê roja 3yê Tîrmehê saet 19an de bi hev re bilîzin.