
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Kamerûnê li bajarê Bueayê ku dikeve rojavayê başûr, di êrîşa bombeyî ya ser sporvanên çiyavan de 19 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina çapemeniya Kamerûnê; li bajarê Bueayê sporvan tevlî meşa çiya ya bi navê ‘Pêşbirka Hêviyê’ bûn.
Dema sporvan di rê de dimeşiyan, bombe hatiye teqandin û 19 sporvan birîndar bûne. Birîndaran birine nexweşxana herêmê ya Bueayê.
Ji 13 welatan 600 sporvan tevlî meşa çiya dibin