image

PeyamaKurd – Şeva borî di fînala Euro 2020an a li Stadyuma Webmley a Londonê birêve çû de, Îtalyayê di penaltiyan de tîma Ingilistanê têk bir û bû Şampiyonê Euro 2020.

Her du tîm do di saet 22:00ê şev, bi dema Hewlêrê li Stadyuma Wembley a Londonê hatin hemberî hev.

Di dema asayî ya 90 xulekan de, her du tîmên Îtalya û Ingilistan bi encama 1-1 wek hev bûn û maç derbasî dema zêde bû. Di her du nîveyên zêde yên maçê de tevî ku her du aliyan hewl dan gola serkeftinê tomar bikin, lê belê maç bi heman encama 1-1 bi dawî bû û ji bo kifşkirina tîma şampiyon, derbasî penaltiyan bûn.

Di penaltiyan de, Îtalya bi encama 3-2 ji tîma Ingilistanê têk bir û kûpaya Euro 2020 bi dest xist û bir Romayê.

Li stadyuma Wembley nêzîkî 60 hezar kes ji bo dîtina maça fînala Euro 2020 amade bûbûn.