image

Parêzgarê St. Petersburgê Georgiy Poltavçenko ragihand ku dê beriya destpêkirina yariyên FIFA 2018an ên Kupaya Cîhanê li St. Petersburgê hezar jûrên din ên otelan werin vekirin.

Poltavçenko da xuyakirin, "Dê li otelên ku ji bo Kupaya Cîhanê hatine avakirin de, nêzîkî hezar jûrên din cî bigirin."

Parêzgarê St. Petersburgê herwiha ragihand, beriya yariyên havînê yên Kupaya Federasyonê li bajêr 835 otelên ku 33 hezar jûrên wan hene, sertîfîka wergirtine.

Serokê Komîteya Turîzmê yê St. Petersburg Andrey MuÅŸkaryov jî da xuyakirin, ji bo hatina turîstên FIFA 2018 Kûpaya Cîhanê, piÅŸkinîna wergirtina pasaporta ewlekariyê li otelan tê kirin û komîteya turîzmê bi awayekî çalak kar bi yekîneyên ewlekariyê yên otelan re dike.