
PeyamaKurd – Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navnetewî (FIFA) futbolîzên herî serkeftî yên salê eşkere kir.
FIFAyê futbolîzê Arjantînî ku di tîma Paris St-Germain de dilîze û kûpaya cîhanê bi tîma Arjantînê daye qezenckirin, Lionel Messi hêjayê xelata futbolîzê herî baş ê salê dît.
Lionel Messi yê 35 salî, derket pêşiya futbolîzên fransî Kylian Mbappe û Karim Benzema û xelata Futbolîzê salê wergirt.
Messi di Kûpaya Cîhanê ya Futbolê ku li Qeterê hat lîstîn de, kaptanê tîma Arjantînê bû û di sezona 2021-22 de jî di 49 maçan de 27 gol tomar kirine.